Armanckirina deverên Jîyangîr.. Birêveberîya Xweser encama êrîşên Tirkîyayê yên li dij bakurê Sûrîyayê eşkere dike
Piştî hefteyekê ji êrîş û bombebarana esmanî û bejayî ku yên herî tund bûn Tirkîyayê li deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê pêk anîn, Birêveberîya Xweser encama van êrîşan eşkere kir û tekez kir ku wan zemîn û deverên jîyangîr kirine armanc.
Gerînendeya Têkilîyên Derve ya Brêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi daxuyanîyekê di kongreka rojnamevanî de li bajarê Qamişloyê got ku bi seba siyasetên wê yên dijminane û bi armanca rûxandina hêza deverê ya aborî, mirovî û ewlehî, dewleta Tirkîyayê /508/ êrîş bi rêya balafirên şer, dron û topavêjan deverên jîyangîr û zemîna bakurrojhilatê Sûrîyayê kir armanc. Di encama van êrîşan de /44/ kesan jîyana xwe ji dest da û /55/ kesên din ku sivîl û leşker in birîndar bûn, di nav wan de endamên hêzên dijî madeyên hişbir ku bi bombebaranê li gundewarên Dêrikê jîyana xwe ji dest da.
Nexweşxane û stasyonên kehrebe û avê
Gerînendeya Têkilîyên Derve eşkere kir ku êrîşên Tirkîyayê du nexxeşane li Dêrik û Kobanîyê kirin armanc û di encama wê de her du nexweşxane ji kar ketin, li tenişta ku /11/ stasyonên kehrebeyên hatin armanckirin û /2/ stasyonên avê zîyan dîtin ku di encama wê de /18/ syasyonên avê ji kar ketin, di nav wan de stasyona Elokê ya ku ava vexwarinê bo bajarê Hesekê peyda dike, her wiha zîyan giha bêhtir ji /2/ milyon kesî li Amûdê, Rimêlan, Tirbespîyê, Qamişlo, Dirbêsîyê û gundewanên wan.
Avahîyên perwerdehîyê
Daxuyanîyê tekez kir ku Tirkîyaya dagîrker /48/ deverên perwerdehîyê armanckirin û di encama wê de zarokek birîndar bû û karê ûerwerdehîyê li avahîyên armanckirî hat rawestandin, her wiha amaje bi wê yekê kir ku bêhtir ji /5/ miyon kes di encama armanckirina /17/ deverên petrol û gazê zîyan dîtine, di nav wan de stasyona Siwêdîkê ya ku bo tevahîya deverên bakur û rojhilatê Sûrîyayê gaz û kehrebeyê peyda dike, li tenişta hin deverên din li gundewarên Tirbespîyê, Çilaxa û Dêrikê.
Gerînendeya Têkilîyan Derve di daxuyanîya xwe de da zanîn ku Tirkîyaya dagîrker bihaneyên pûç bi kar tîne da ku avahîyên xizmetguzarîyê û zemînê arnamc bike, ew jî bi armanca ku ewlehî û seqemgîrîya deverê têk bibe û keda Birêveberîya Xweser a bipêşxistina xiznmetguzarî û aborî qels bike. Her wiha da ku rê li ber hêzên leşkerî û ewlehîyê bigire da ku nikaribin karên xwe yên parastina deverên û şerê li dij DAIŞê bigihînin serî. Her wiha bang li hêzên garantor, sazîyên Neteweyên Yekbûyî, mafên mirovan û Encumana Ewlehîyê kir ku helwesta xwe li hember kiryarên Tirkîyayê yên li dij deverê bidin xuyakirin û alîkarîyê bikin di avakirina deverên rûxandî, ku Tirkîya bi awayekî eşkere keleman li pêşber hewldanên têkbirina terorê datîne.
Dagîrkerîya Tirkîyayê di navber 5 û 9ê çirîya pêşîn de bi rêya bakafirên şer û drona bombebaraneka esmanî û bi rêya topavêjan bombebaraneka bejayî li dij deverên jîyangîr pêk anî. Ew jî piştî rojekê tenê ji daxuyanîyên wezîrê derve Hakan Fîdan ku tê de got ku avahîyên xizmetguzarîyê û zemîna bakurrojhilatê Sûrîyayê êdî bûn armancên bombebaran û êrîşên Tirkîyayê.
Tematîyên berfirehbûnê û guhartina demografî
Tevî deverên bakurrojhilatê Sûrîyayê ji sala 29016an ve qada êrîşên Tirkîyayê ye, lê rêbazên nû yê Tirkîyaya dagîrker ku deverên jîyangîr û zemînê armac dike, rastîya raporên ku dibêjin ku Enqera siyaseta dorpêşkirin, birçîkirin û koçkirinê bi kar tîne da ku guhartina demografî pêk bîne, tekez dike. Ew jî di çarçoveya planeka mezin bû guhartina rastîyê û ferzkirina rastîyeka din ku li gor armanc û xwesetên serokê Tirkîyayê Receb Teyyib Erdogan bimeşe, ku li ser bingehê “Peymana Milî”yê hatiye avakirin, ku doza serdestîya deverên bakurê Sûrîya û Iraqê dike.
Bêdengîyeka navdewletî
Bêdengîya civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî li hember êrîşên Tirkîyayê yên avahîyên sivîl dike armanc, bû cihê rexneyê li gel Birêveberîya Xweser, Meclisa Sûrîyaya Demokratîk û gelên bakurrojhilatê Sûrîyayê û alîyên navdewletî bi dirûtîyê tawanbar kirin, tevî ku ev êrîşê li dj qanûnên navdewletî yên mirovî û qanûnên din ên navdewletî û bendên lihevkirina Cinêvê a sala 1949an ku armanckirina sivîlan û zemînê qedexe dike û doza dûrxistina wan dike ji kêferatan, her wiha qedexe ye ku dewletek êrîşî sînorê dewleteka din bike û êrîşan li hundirê axa wê pêk bîne.