Civîna Astanayê.. rojnameyeka tirkî lihevkirinên di navbera Erdogan û El-Esed de kifş û belî dike

Di demên dawîyê de li paytexta Kazaxistanê Nûrsiltanê civîna 21em a lihevkirinên Astayê li dar ket. Civîn du rojan dewam kir û şandeyên dewletên garantor ên Rûsya Tirkîya û Îranê û şandeyeka hikûmeta Şamê û yeka din a opozîsyonê dê de beşdar bûn.

Gelek jêder tînin ziman ku Rûsya bo vê civînê ne amade bû, bi taybet ji ber ku gera borî ya van civênan tu bipêşketin pêşkêş nekir, lê Rûsya ji ber xwesteka şandeyê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen tev li civînê bû, ku Pedersen li ser wê hêvîyê ye ku dê çareyek bo Sûrîyayê bê dîtin, bi taybet ji ber ku civaka navdewletî bi şerê Xezayê mijûl e.

Lihevkirin li ser hesabê kurdan

Di dawîya danûstandina di navbera her alîyan de tevan bi zelalî li ser dijîtîya terorê li hev kir, lê wan zelal nekir ku kîjan teror. Lê rojnameya “Dêlî Sabah”ê ya nêzî rêjîma Tirkîyayê li bara civînên Astanayê bal kişan ser nêzîkbûna di navbera Serokê Tirkîyayê Erdogan û Serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed, ku bi rêya wê em dikarin bibêjin ku me nas kir bê li ser kîjan terorê li hev kirine.

Rojnameyê tekez kir ku gavên mezin bo vegerandina têkilîyan di navbera herdu dewletan de hatine avêtin, lê ya metirsîdar ew e ku rojnameya tirkî giranî da wê yekê ku nêrînên herdu alîyan ên li bara “terorê” pir nêzî hev in.

Di vê çarçoveyê de amaje bi deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kir, ew deverên ku kurd û hin kêmneteweyên din lê niştecih in. Rojnameyê tekez kir ku serokê hikûmeta Şamê ew di metirsîyên Tirkîyayê de digihêje, ku amaje bi wê kir ku êdî kurd dijminên wan ên hevbeş in, ne komikên terorîst ên din in ên ku Tirkîya piştgirîya wan dike yên mîna DAIŞ, El-Qaîda û hin birêxistinên terorî yên din.

Lihevkirineka ku negihaye serî

Di vê çarçoveyê de nivîskarê rojnamevanî yê sûrîyayî, Ebdulrehmad Ribû, bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re dibêje ku rêjîma Tirkîyayê rêyeka wê ya giştî ji sala borî de heye, ew jî ew e ku bi hikûmeta Şamê re li hev bike da ku rewşa li Bakur û rojhilatê Sûrîyayê bi dawî bikin, ew jî ew e ku Enqera destûrê bistîne da ku serdestîyê li deverên kurdan û Birêveberîya Xweser bike, bi rêya piştgirîyeka leşkerî û siyasî ji hêla Rûsya û Îranê ve.

“Ribû” lê zêde dike û dibêje ku ne Şam û ne jî Enqera rewşa kurdan ji wan re girîng e, her alîyek berjewndîyên xwe yên taybet dixwaze, hikûmeta Şamê mercên wê yên sereke hene bo pêkanîna vê lihevkirinê, di serî de destjêberdana fînansekirina opozîsyonê ji hêla Enqerayê ve ye û Enqera bi hikûmeta Şamê re bibe hevkar da ku şerê birêxistinên terorî yên li Idlibê bike û Tirkîya ji axa Sûrîyayê vekişe û artêşa Sûrîyayê şopa wê bigire.

Her wiha bal kişan ser wê yekê ku alîyê tirkî vsn mercan red dike û wan wekî mercên nepêkan dibîne, xwesteka tirkan ew e ku hêzên El-Esed têkevin deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û li bara rewşa rojavayê Sûrîyayê, ew dê paşê bo wê li hev bikin, ji ber ku Tirkîya ditirse ku çaxa ji wan deveran vekişe pevçûn rû bidin û pêleka koçberîyê çêbibe ku Tirkîya ji barê wê re ne amade ye.

Tirkîya di van mehên borî de gelek êrîş pêk anîn û di encama wan de qurbanî ji sivîlên bêguneh çêbûn, her wiha zemîn, kargeh, firne, nexweşxane û stasyonên av û kehrebeyê armanc kir. Tevî ku armanckirinên bi vî rengî wekî destdirêjîyê li serokatîya sûrîyayê tê dîtin, lê hikûmeta Şamê li hember van êrîşan bêdeng ma, wekî ku tiştê ku Tirkîya dike, bi dilê wê be.

Danûstandinên Astanayê di sala 2017an de bi beşdarîya Tirkîya, Îran, Rûsya, şandeyê Neteweyên Yekbûyî Ftaffan de Mistura û niwênerek ji Amerîkayê dest pê kir. Civîn bi dûv hev de hatin lidarxistin û di cara 20em de hat ragihandin ku danûstandin bi dawî bûn, lê dewletên garantor tekez kir ku ew di karin di çi demê de be lê bicivin, tevî ku ew di bingehê xwe de bo krîza Sûrîyayê bû, lê vê dawîyê bûye bo dosyayên din, ji wan dosyaya têkilîya di navbera hikûmeta Şamê û hikûmeta Tirkîyayê de.

You might also like