Şênîyîn bajarê Kobanîyê û gundewarên wê li bakurê Sûrîyayê ji 14ê kanûna paşîn ve bê kehrebe dijîn, ew jî bi seba bombebarana dronên Tirkîyayê û aramnckirina stasyona kehrebeyê ya ku li başûrê bajar. Ew jî di çarçoveya armanckirinên Tirkîyayê yên li dij sazîyên xizmetguzarî, deverên jîyangîr û zemîna Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.
Şênîyên bajar dibêjin ku bombebarana Tirkîyayê ya li ser stasyonê û jikarxistina wê, ew vegerandina çerxên navîn ên kevn û ew neçar kirine ku fanûsan bi kar bînin da ku bi şev karibin ber xwe bibînin. Ji ber ku ne her kes dikare jenatorekî kehrebeyê di van rewşên dijwar de bikire.
Fatima Osman ya 75 salî ku yek ji şênîyên bajarê Kobanîyê ye ji Target Platformê re êş û azarên xwe yên piştî birîna kehrebeyê vedibêje û bi dilşewatî dibêje: “Birîna kehrebeyê bandoreka mezin li jîyayna me kiriye, em di tarîyê de mane, em nizanin em ê çi bikin û dê çi bibe” her wiha bang kir ku kehrebe bo bajar bê peydakirin û Tirkîya êrîşên xwe li dij deverê rawestîne.
“Vegera serdemên berê”
Ji hêla xwe ve Hemûdê Qaso, ku yek ji şênîyên bajarê Kobanîyê ye ji Target Platformê re dibêje ku bi seba bombebarana Tirkîyayê û jikarxistina stasyona kehrebeyê, ew neçar in alavên kevneşop bi kar bînin ji ber birîna kehrebeyê, her wiha bang li civaka navdewletî, Amerîka û Rûsyayê kir da ku destwerdanê bikin û êrîşên Tirkîyayê yên li ser deverên jîyangîr, sazîyên xizmetguzarî û zemînê rawestînin.
Desteya Enerjîyê ya Birêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, ji 14ê vê mehê ve birîna kehrebeyê ji ser bajarê Kobanîyê, Ênîsa û derdora 500 gundê li derdora wan ragihand, ew jî bi seba jikarketina herdu stasyonên kehrebeyê li herdu deveran ji ber bombebaranên Tirkîyayê. Pêhtir ji 500 herzar kes li her du deveran niha ji kehrebeyê bêpar in.
Hevseroka Ofîsa Enerjîyê ya kantona Firatê, Ayşe Nasir, ji hêla xwe bo Target Platformê li bara herdu stasyonan û zirarên wan axivî, li gor Ayşe zirarên ku gihane stasyona kehrebeyê ya Kobanîyê derdora milyon û nîv dolarî ye, li tenişta zirarên mezin ên ku li stasyona Ênîsayê çêbûne.
Hevseroka Ofîsa Enerjîyê tekez kir ku Tirkîyayê bi awayekî yekser stasyona Ênîsayê ya ku bi hêza 10 mêga wat kar dike û stasyona Kobanîyê ya ku bi hêza 60 mêga wat kar dike, armanc kir. Piştî wê bi du saetan du êrîşên din jî li dij wan pêk hatin û di encama wê de herdu stasyon ji kar hatin xistin û bi hezarên malan li gund û bajaran ji kehrebeyê bêpar man.
Qanûnên navdewletî binpê dike
Amaje pê dibe ku ji mijdara 2022yan ve Tirkîyayê operasyona êrîşên tund li zemîn û avahîyên jîyangîr li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, dest pê kir. Ev dever bi dehên caran hatin armanckirin ji stasyona Swêdîkê ya li gundewarê Dêrikê bigire heta di Minbic û gundewarên wê re derkevî ku li gor analîskarên siyasî ev êrîş dikevin çarçoveya siyaseta Enqeratê ya li dij sivîlan û hewldana valakirina deverê ji şênîyên wê bo pêkanîna guhartina demografî ya ku ji çaxa dagîkirina Efrînê di sala 2018an de, Tirkîya li ser kar dike.
Li qanûnên navdewletî û qanûnên Neteweyên Yekbûyê û lihevkirinên Cinêvê, di şer û pevçûnan de armanckirina zemîn û sazîyên xizmetguzarî û deverên jîyangîr yên ku xizmeta sivîlan dikin, qedexe ye, di nav de nexweşxane, dibistan, zevîyên petrol û gazê, stasyonên av û kehrebeyê û hwd. Her wiha li gor van qanûnan aramancikirna van deveran tawaneka şer û tawaneka dijmirovane ye.