Siyasetmedar bo Target Platformê: Tirkîya hewl dide bi rêya armanckirinên xwe krîza xwe derxe derve û DAIŞê ji nû ve vejîne

Bêhtir ji 30 partîyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê xwepêşandanek li pêş ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê li dar xist, tê da daxuyanîyek dan ku êrîşên Tirkîyayê yên li ser sazîyên xizmetguzarîyê, deverên jîyangîr û zemîna deverê şermezar kirin, ku di wan êrîşan de qurbanîyên sivîl çêbûn û bi milyonan kes ji enerjî û sûtemenîyê bêpar man.

Daxuyanîyê got: “ji 12ê kanûna paşîn ve, balafirên şer û dronên Tirkîyayê bi awayekî plankirî stsyonên deranîna enerjîyê bombebaran kir û tevahîya van stasyonan ji kar hatin xistin, ji wan stsyonên kehrebe, petrol, gaz û avê, ku di encama wê de 85 hezar malên bajarê Qamişloyê ji ava vexwarin bêpar man û 120 hezar malbat li Ênîsa û Kobanîyê ji kehrebeyê bêpar man, li tenişta ku embarên sivîl hatin armanckirin ku encama wê de gelek qurbanîyên sivîl çêbûn. Em bang li civaka navdewletî dikin ku helwesta xwe li hember van êrîşan nîşan bidin û bêhtir guh bidin rêya siyasî ya sûrîyayî ya rih ku nûnertiya hemû sûrîyayîyan bike.”

Hevserokê Ofîsa Têkilîyên Giştî yê Partîya Yekîtîya Demokrat, Sîhanok Dîbo bi daxuyanîyekê bo Target Platformê li bara xwepêşandanê got ku êrîşên li dij deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ji destpêka krêza Sûrîyayê ve nehatine birîn, yek ji armancên van êrîşên bêbihane û nerewa ew e ku “Tirkîya hewl dide krîzên xwe yên hudirîn derxe derve, bi rêya ku gelên Tirkîyayê bixpîne ku metirsîyek heye navê wê ewlehîya neteweyî ya Tirkîyayê ye.”

Dîbo lê zêde dike û dibêje ku Tirkîya hewl dide birêxistina DAIŞê ji nû ve vejîne ji ber ku di bingehê xwe de û li gor bi dehan rapor Tirkîya DAIŞê wekî alav ji xwe re dibîne da ku armancên wê yên berfirehbûnê û tematîyên xwe yên dijminane pêk bîne. Her wiha Tirkîya hewl dide rola kurdan li deverê nehêle û hewl dide projeya demokrat yê Birêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, têk bibe, ji ber wê êrîşan tundtir dike û hewl dide deverê birçî bike û ji şênîyên wê vala bike da ku demografîyeka nû pêk bîne.

Armanckirina yekser a navendên xizmetguzarîyê

Ji hêla xwe ve endamê Desteya Cîbicîkar  a Partîya Yekîtîya Siryanî, Afram Ishaq bo Target Platformê tekez kir ku Tirkîya bi awayekî yekser navendên xizmetguzarî û deverên jînagîr û zemînê armanc dike, her wiha navendeka ewlehîya leşkerî ya girêdayî hikûmeta Şamê armanc kir, lê hikûmeta Şamê di bêdengîya xwe de ma, ew jî mîna bêdengîya civaka navdewletî.

Afram bang li hemû hêz û kesayetên niştimanî, Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Şamê kir da ku destwerdanê bikin û van êrîşên ku dewleta Sûrîyayê û gelê wê dike armanc rawestînin.

Deverên jîyangîr ji kar hatin xistin

Balafirên şer û dronên Tirkîyayê di sê rojan de ji 13ê kanûna paşîn gelek deverên jîyangîr û sazîyên xizmetguzarî û zemîna Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bombebaran kir, di nav wan de stsyona Swêdîyê ya kehrebe û gazê û zevîyê petrolê li gundewarê Dêrik û Tirbespîyê. Her wiha stasyonênê kehrebeyê yê Qamişlo, Amûdê, Dirbêsîyê, Kobanî, Ênîsa, Dêrik û Tirbespîyê, ku tevhîya wan ji kar hatin xistin û derdora 3000 bajar, bajarok û gund ji kehebeyê bêpar man.

Di encama êrîşên Tirkîyayê li ser stasyona Swêdîyê ya li gundewarê Dêrikê, Ofîsa Enerjîyê ya Kantona Cizîrê bi daxuyanîyekê da zanîn ku avahîya deranîna kehrebeyê li Swêdîyê ya ku piranîya deverê bi kehrebe dike bi awayekî giştî ji kar hat xistin û da zanîn ku rêjeta rûxandina avahîyê gihaye 100%. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku stasyon ji hêla balafirên şer ên Tirkîyayê ve, 9 caran hat armanckirin.

You might also like