Di salvegera 6em a êrîşa Tirkîyayê de.. xelkê Efrînê tekez dikin ku ew dê li ser axa xwe bimînin û dagîrkerîyê bi dawî bikin
Xelkê devera Efrînê yên ku ji çaxa ku Tirkîyayê di adara 2018an de Efrîn dagîr kiriye koçber bûne, di salvegera 6em a êrîşa Tirkîyayê de tekez kirin ku ew dê ji ser mafê xwe yê vegera malên xwe danekevin û bang li civaka navdewletî kir da ku dagîrkerîyê bi dawî bike û binpêkirinên ku derheqê xelxê resen ên ku li wir mane, rawestînin.
Koçberên Efrînê yên li bajarê Qamişloyê li bakurrojhilatê Sûrîyayê, ew jî mîna hemû Efrînîyên li bakur û rojhilatê Sûrîyayê mafê xwe yê vegera ser axa xwe û bidawîkirina dagîrkerîyê, tekez kir. Her wiha di xwepêşandanekê de ya ku Hevgirtina Efrînê ya Civakî ew li gel dewarê Efrînê li bajarê Qamişloyê ew birêxistin kiribû, bang kirin ku pêwîst e êş û azarên koçberên efrînî yên li deverên koçbûnê bi taybet li gundewrê Helebê bê bidawîkirin, ew jî bi rêya vegerandina wan bi garantîya navdewletî.
Mihemed Emîn ku yek ji koçberên efrînî yên li bajarê Qamişloyê ne bo Target Platformê dibêje ku ew dê di demeka nêz de vegerin Efrînê û ew bêdengîya navdewletî ya li hember dagîrkirina Efrînê û binpêkirinên ku derheqê şênîyên wê de çêdibin, şermezar dikin, her wiha got: “Dagîrkirina Efrînê komployeka navdewletî bû, ne tenê ji hêla Tirkîyayê ve bû, gelo tiştê ki li wir rû dide karekî mirpovî ye? Ka dewlet li ku deverê man li hember van binpêkirinan?”
Êşeka mezin
Ji hêla xwe ve, rojnamevan Şerîf Mihemed ku yek ji xelkê Efrînê ye got ku xelkê Efrînê êşeka mezin dikşînin, çi li kampên Şehbayê bin an jî çi jî yên li Efrînê man û rojane rûbirûyê girtin, revandin, îşkencekirin, şewitandina malan, dizîya malûmilkan û birîna darên zeytûnan dimînin. Mihemed di axaftina xwe ya bo Target Platformê de, berdewamîya bêdengîya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkîyayê, şermezar kir û dît ku ew tê wê wateyê ku ew jî bi Tirkîyayê re şirîk in.
Ji çaxa ku Tirkîya û komikên girêdayî wê di 18ê adara 2018an de efrîn dagîr kirine, Neteweyên Yekbûyî koçberbûna sersora 150 hezar kesî bi belge kiriye ku di kampên li gundewarê Helebê yê bakurî de bi cih dibin, paşê jî Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan bi belge kir ku derdora 300 hezar kes li ser destê Tikîya û komikên wê hatine koçberkirin.
Mihemed di axaftina xwe de bang li hemû birêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletê kir da ku bi lez tevgierin û çareyekê bo doza Efrînê bibînin û xelkên resen ên koçberbûyî vegerînin deverên wan û sînorekî ji êş û azarên pênc kampên li gundewarê bakurî yê Helebê re bibînin, ku berdewam dorpêşkirî ne û ji xizmetguzarîyan bêpar in.
Binpêkirinên berdewam û binpêkirina qanûnên navdewletî
Ji hêla xwe ve çalakvana jin Şîraz Hemo got: “Êrîşa Tirkîyayê ya li ser Efrînê rûyê rastî yê siyaseta Erdogan kifş kir, ku derfetan keysbaz dike da ku destwerdanê di dewletên din de bike, Tirkîya armanca tevahîya projeyên demokrat dike, bi taybet ên kurdan.” Her wiha li gor wê, êrîşa Tirkîyayê ya li ser Efrînê armanckirineka yekser bû ji îradeya gelê Efrînê û sazîyê ku nûnertîya îradeya gelê efrînî dikin re, ev armanckirin binpêkirineka eşkere ye ji qanûnên navdewletî re.
Şîraz Hemo amajeyê bi wê yekê dike ku “berdewamkirina binpêkirinên Tirkîyayê yê derheqê xelkê resen ê Efrînê de û hewldana pêkanîna siyaseta tirkîkirinê bi her awayî û guhartina demografîya deverê ku wekî ya herî kirêt di sedsala 21ê de tê dîtin, lê ev kiryar tu carî berxwedana xelkê Efrînê kêm nake, ew dê bo vegera ser xaka xwe û bidawîkirina dagîrkerîyê li ber xwe bidin.” Şîraz Hemo daxwaza hevgirtin û hevkarîyê kir da ku belgeyan pêşkêş bikin, yên li bara binpêkirinên Tirkîyayê.
Di 19ê vê meha kanûna paşîn de Birêxistina Efrînê ya Mafê Mirovan bi boneya derbasbûna 6 salan di ser destpêkirina êrîşa Tirkîyayê ya li ser Efrînê, kuştina 706 sivîl, revandina 9008 kesên revandî ku ji wan 1200 jin in û 600 zarok in bi belge kir, ev tev de ji çaxa ku Tirkîya û komikên wê Efrîn dagîe kirine. Her wiha li tenişta abibelgekirina bi sedan kiryarên destdirêjîya seksî, îşkencekirin û windakirinê. Her wiha komikan bêhtir ji 391 hezar darên zeytûnan birîne û derdora 12 hezar hektar ji erda çandinîyê şewitandine û dest danîne ser derdora 7 hezar firoşgehan û 10 hezar malên xelkê resen ên bajêr.