Amadekirinên leşkerî û hin tevger.. Nearamîyek di navbera Amerîka û Îranê de li Sûrîyayê

Dîmenên nearamîya di navbera Amerîka û Îranê de li biyabana Dêra Zorê, di vê demê de li pêş in, ku Hevpeymana Navdewletî ya li dij DAIŞê hêzên xwe kom dike û tê gotin ku nêta wê heye şerê komikên girêdayî Îranê bike.
Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan da zanîn ku du moşek li devera “Hewîce Sifir”ê ya li nêz baregeha Hevpeymana Navdewletî li zevîyê “Konîko”yê yê gazê ketiye ku jêdera wan balafirgeha leşkerî li “Hirabiş” bû ya di bin kontrola koikên girêdayî Îranê de ye. Ew êrîş piştî ku balafirên Hevpeymana Navdewletî li esmanê komikên îranî firîyan, pêk hat.

Xurtkirina hêza leşkerî
Berî ku ev bûyer rû bidin, helîkoptereka Hevpeymanê li baregeha “Konîko”yê danî ku bi dehên leşkeran tê de bûn, ew jî piştî bi sê rojan tenê ji dewrîyeya Hevpeymanê ya li gundên di bin kontrola hêzên Şamê û komikên girêdayî Îranê li Dêra Zorê.
Nivîskar û analîzkarê siyasî, Husam Necar li bara vê mijarê dibêje: “Her demekê ragihandin behsa kêferateka nêz a di navbera Îran û Amerîkayê de dike, Amerîka hewl dide “Cêş Sûrîya El-Hura”, Senadîd û HSDyê bike yek da ku rê li ber hebûna Îranê ya li Sûrîyayê bigire.

Sûdên hevbeş
Necar di daxuyanîyekê de ya ji Target Platformê dibêje: “Ev tev de nebû rêgir ku têkilî di navbera her du alîyan de hebe û sûdê ji hev bigirin, ji ber ku heta niha li ser erdê tu kêferateka leşkerî rû nedaye, lê tersî wê hevahengîyeka mezin di navbera wan de heye bo pirsgirêkên xwe çare bikin ku Îranê dîlgirtîyên amerîkayî azad berdan li hember ku Amerîka destê xwe ji ser milyarên dolaran ên li Koreya Başûrî asê ne, rake û asta yûranyomê.

Bihêzkirna çekên parastinê
Ji hêla xwe ve rojnamevanê sûrîyayî Zîyad El-Rîs bi daxuyanîyekê ji Target Platformê re got: “Hêzên amerîkayî hêza xwe kom nake, lê belê çekên parastinê xurt dike ji ber hebûna milîsên girêdayî Îranê ku bi nêt in êrîşan bikin.
El-Rîs lê zêde kir û got: “Li gorî daneyan xyuya dike ku dê pevçûneka nêz tunebe, heta ew komikên girêdayî Îranê jî, lê belê ji bilî Hizbulahê ku pland dike birêxistinekê li Sûrîyayê li bin navê “Liberxwedana Gel” ava bike.
Tevgerên nû yên Amerîka û Îranê biştî lihevkirina di nevbera her du alîyan bi rojekê tê, ku Îranê /6/ hemwelatîyên Amerîkayê azad berdan li hember ku Amerîka pereyên Îranê yên desteserkirî azad berde. Ev yek jî li gor analîzkeran nîşaneya lihevkirinê ye dûrî kêferata leşkerî.

Leşkerkirin û tegera li ser erdê
Komkirina hêzê ya Amerîkayê, li gor hin jêderên amerîkayî ku berî çend hefteyan dan zanîn ku Amerîka hewl dide “Kembera Eşîreyên Sinî” ava bike ku çend komikan dihewîne da ku şerê koikên girêdayî Îranê bikin û xeta sînorî ya di navbra Bûkemal û baregeha El-Tenefê desteser bikin. Her wiha Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan da zanîn ku Amerîka koikên girêdayî Tirkîyayê ber bi xwe ve tîne da ku wan veguhêze baregeha El-Tenefê bo şerê komikên îranî bikin, tevî ku bi salan e komikên her du alîyan li enîyên şer di rûyê hev de ne, ev yek li gor analîzkaran ji ber xwesteka Tirkîyayê şer di navbera wan de rûnedida.

Rênimayên girtina xeta sînorî
Ji hêla xwee ve Ajansa “El-Meilûma”yê ya iraqî li ser zimanê jêdereka ewlehî ya iraqî li baregeha ên El-Esedê got ku hêzên amerîkayî bi nêt e ku xeta sînorî ya bi sûrîyayê re li parêzgeha Enbarê, bo sedemên nezelal bigire, hevdemî hin bihêzkirinên leşkerî yên amerîkayî li baregeha El-Tenefê, her wiha hêzên amerîkayî operasyonên esmanî yên çavdêrîyê bi rêya balafirên şer pir kiriye, ku ji parêzgeha Enbarê dest pê dike heta di Sûrîyayê re derdikeve.

Heftîya borî, Keştîgelê Pêncem yê amerîkayî ragihand ku /3000/ leşkerên amerîkayî gihane Rojhilata Navîn, hevdemî rewşa nearam a bi Îranê re li kevdavê li bara azdîya deryavanîyê, ku Îranê zêdetirî carekê li keştîyên bazirganîyê li Tegava Hirmizê û Deryaya Ereban, asê bûye. Vê yekê hişt ku Amerîka Îranê bi tevlihevkirina aramîya deverê tawanbar bike.

You might also like