Birêveberîya Xweser: Gerek e navendên taybet bo zarokên DAIŞê bên avakirin, çimkî siberojeka xeter li dû wan e.
Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê îroj yekşemê li bara dosya girtîyên DAIŞê û pêmayên wan ji zarokan, daxuyanîyek belav kir.
-Birêveberîya Xweser di ber dabînkirina cih û pêdivîyan bo girtîyên DAIŞê pir zehmetî kişandine û derheqê vê yekê de bang li civaka navdewletî kiriye qene girtîyên DAIŞê werin darizandin.
-Dosya zarokên DAIŞê pir xeter e û gerek e bi lez navendên perwerdekirina zarok û berbextan werin avakirin û tev li civakê werin kirin, çimkî Birêveberîya Xweser wan wekî qurbanîyên hişmendîya terorê dibîne.
-Perwerdekirina van zarokan rê li ber metirsîyeka siberojê digire û heger dereng bimîne dê xeterî li ser tevahîya cîhanê zêdetir bibe.
-Birêveberîya Xweser amade ye di vê dosyayê de alîkar be û hemû plan û programan bi civaka navdewletî û rêxistinên pêwendîdar re bi par ve bike qene siberoja zarokan were parastin û mafên wan werin bidestxistin.