Tirkîya dîwarekî cudaker li Efrînê ava dike.. Armancên wê çi ne?

Hevdemî avakirina dagîrgehan li bakurê Sûrîyayê ji hêla Tirkîyayê ve, bi pişgirîya “komeleyên” Welatên Kevdanê û Filistînê û planên vegerandina neçar a penaberên Sûrîyayê yên ev serê çend mehan e pêk tîne, tiştekî nû derdikeve qada bakurrojavayê Sûrîyayê, ew jî avakirina dîwarekî cudaker e. Li gorî ku Birêxistina mafên Mirovan a Efrîn bi belge kiriye.

Birêxistinê got ku dagîrker dest bi avakirina dîwarekî ji çîmentoyê kir ku bi dirêjahîya /5/ KM û bilindahîya /3/ metreyan e. Ji gundê “Kîmar”ê yê başûrê Efrînê dest pê dike û li gundê “Birad”ê diqede. Birêxistinê tekez kir ku heta niha /2/ KM jê qedîyaye û dagîrker dê wê bi têlên kelem, bircên bi kamîrayên çavdêrîyê û çekên lêzerî yên taybet, amade bikin.

Zehmetîyên mezin bo şênîyan

Berdevkê Birêxistina Efrînê ya Mafên Mirovan, Ibrahîm Şêxo got ku: “Tirkîyayê otombîlên giran û blokên çîmentoyê yên mezin anîne da ku dîwar ji gundê “Kîmar”ê heta bi gundê “Birad”ê yê li başûrê Efrînê ava bike. Karê avakirinê bi lez û bez derbas dibe û bi vê yekê dîwar dê gundên din kontrola wê de ji gundên di bin kontrola hêzên kurdî da yên mîna “Soxankê” û hwd. ji hev veqetîne. Paşê piştî demekê dê çûnhatina van gundan pir zehmet be, tevî astengîyên din ên heyî yên girêdayî şivantî û û çandinîyê ku ev dever dê bibe devereka leşkerî.”

Şêxo ji Terget Platformê ra da zanîn ku “dîwar dê bi radar û kamîreyên çavdêrîyê amade bibe da ku çavdêrîya derdora deverê bikin, wekî tê zanîn gundê “Kêmar”ê ji sala 2018an ve baregeheka tirkîyayê lê heye û ji ber wê xelkên wê deverên astengîyan dikşînin dema ku diçin ser erdên xwe û di gelek caran de jî gule li wan tên barandin û qubanî çêdibin.”
Destpêka vê salê, Rewangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan avakirina Tirkîyayê ji dîwarên çîmentoyî bi bilndahîya /2/ metreyan li nêzî gundê Kîmar, Çilber û mirêmînê (başûrrojhilatê Efrînê) bi belge kir û anî ziman ku ev gavek e ku rê li ber avakirina dîwarekî cudaker vedike ku deverê ji gundewalên Helebê yên bakurî veqetîne, ku ew gundewar jî ji berî çend mehan ve ji hêla rêjîma Şamê ve dorpêçkirî ye. Birêxistina Human Rights Watchê di raporeka xwe da ya ku di dema erdhejê de derket, got ku Tirkîya komikên ku piştgirîyan wan dike li ser dirêjahîya pênc salan li Efrînê mafên mirovan binpê kiriye û tu lêpirsîn û darizandin derheqê wê nehatiye kirin, her wiha Tirkîyayê li ber ber van komikan vekir ku destdirêjîyê li şênîyên deverê yên sivîl bike.
Dîwarê Tirkîyayê yê nû, tevî ku berî wê di sala 2019an de li derdora gelek gundan li devera Şêrawa û Şeranê ava kiribû, lê ew dike çarçoveya siyasetên plankirî da ku deverê ji hev qut bike û şênîyan biguhere mîna avakirina dagîrgehan, ew ne tenê ji bo ewlekarîyê ye. Ev yek jî rapora “Sûrîyayîyên ji bo Rastî û Dadwerîyê” wê tekez dike, ku sala borî rapora wan derket bi sernavê “Kombûnên şênîyan li Efrînê.. Planeka endezyarîya demografî ye an jî projeyên bixwedîkirina penaberan in”, behsa siyasetên Tirkîyayê yên plankirî bi alîkarîya “meclisên xwecihî û komikên çekdar” da ku demografîya devera Efrînê ya ku piranîya wê kurd in biguhêre. Birêveberê cîbicîkar ê birêxistinê, Besam El-Emed got ku Tirkîya berpirsyara guhartina kûr a şênîyan e, di çarçoveya stratejîyeka berfireh a veguhastin kurdên Sûrîyayê bo deverên din.”

Opozîsyoneka tirkî ji çi mafên kurdî re

Endamê Hevgirtina Niştimanî ji bo Efrînê, Ehmed Zîbar, bi axftinekî ji Targetê re got: “Efrîn girîng e ji hêla cih û şênîyên wê yên kurd li Rojavayê Kurdistanê ya bi ser Sûrîyayê ve ye û piştî bûyerên Sûrîyayê yên adara 2011an û paşê avakirina birêveberîyên xweser û hêzên wê yên leşkerî û liberçavbûne ku pêkan e kurd bibin beşek ji çareya Sûrîyayê, hişmendîya şofînî ya bi çêja ixwanî ya li gel hikûmeta Tirkîyayê derket holê, ku çi tiştê têkilîya wê bi mafên kurdan û xewnên gelê kurd hebe, jê bi kîn e.

Zîbar lê zêde kir û got ku “Tirkîya bi bihaneyên ewlekarîyê ji hêlekê û ji hêleka din ve bo guhartina nasnameya Efrînê kar kir. Li ser wê yekê kar ku divê her tişt li Efrînê bi tirkî be, ji pere, perwerdeya zimanê tirkî, kahrebey tirkî, hildana alên Tirkîyayê, avakirina dîwarê cudake, erkdarkirina walîyekî tirk û hwd. û dehl dide deverê veqetîne û bi ser xaka Tirkîyayê ve bike, tersî ku serokê Tirkîyayê di ragihandinê de idîa dike.

Vegerandina neçar û dagîrgeh

Gava dawî ya Tirkîyayê ew e ku penaberan di dagîrgehên bakurê sûrîyayê de bi cih bike, ji Efrînê dest pê dike heta di Serê Kanîyê re derdikeve, piştî derbiderkirina şênîyên resen ên ku piranîyan wan di kampan de bi cih bûne. Tirkîya niha bi hezarên penaberan bi awayekî neçar li wan deveran bi cih dike di çarçoveya plana ku serokê Tirkîyayê Receb Teyib Erdogan sala borî ew ragihand, ku dê milyonek koçberên Sûrîyayê vegerîne bakurê Sûrîyayê.

Endamê Hevgirtina Niştimanî ji bo Efrînê tekez dike ku Tirkîya li ser guhartina demografîya herêmê kar kiriye û bal kişand ser wê yekê ku da ku nasnameya kurdî ya devera Efrîne binçav bike û berdewamîya desteserkirina malan û bicihkirina çekdaran tê de, hikûmeta Erdogan û bi alîkarîya komeleyên ixwanî-qeterî, kwêtî û filistînî gelek gund wekî dagîrgeh ava kirin û malbatê ereb û tirkumen tê de bi cih kirin. Di heman demê de Tirkîya neteweya ereb kêm kir ku ew kirin nandoz û çekdarên di bin destê xwe de kêlîya ku bixwaze wan bi kar tîne, ji bo xizmeta berjewendîyên xwe û li gelek deceran dest ji wan berda û ew ji pêkhateyên Sûrîyayê veqetandin.
Tevgerên Tirkîyayê derheqê koçberên sûrîyayî, her wiha operasyona rahiştina navên erebî li ser dikan û xaringehan û bêjara kînê li dij wan rastî şermezarkirnê hat, ku heşt birêxistinê sivîl ên sûrîyayî di nav wan de “Toreya Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, El-Yewm El-Talî, Meclisa sûrîyayî-amerîkayî û Parêzer û Pizîşk ji bo Mafên Mirovan” metisîyeka mezin li bara biryara Tirkîyayê ya vegerandina koçberan nîşan da, wan dît ku biryar qanûna navdewletî ya nevegrandina neçar a koçberan binpê dike û gelek caran ew kes srastî binpêkirinê hatine yên mîna lêdan, heqaretkirin û nekarîna wan ji wekilandina parêzerekî yan jî neerêkirina biryara vegerandinê.
Lêkolîner dibêjin ku avakirina dîwarekî cudaker li gundewarên Efrînê û operasyonên vegerandina neçar û avakirina dagîrgehan li Efrînê, careka din nêta Tirkîyayê ya veqetandina deverê û pêkanîna “Mîsaqa Milî” belî dike, ya ku damezrînerê komara Tirkîyayê Mistefa Kemal Ataturk ew danîye û gelek caran serokê Tirkîyayê nexşeya wê bilind kiriye ku li ser esasê wê hin deverên Iraq û Sûrîyayê yên mîna Heleb û Mûsilê dihewîne. Tişê ku li vê yekê mukur tê daxuyanîyên Erdogan in ku di şertên hikûmeta Şamê de, yek jê ew e ku Tirkîya ji Sûrîyayê vekişe û bersiva Erdogan jê re wiha bû “ne pêkan e û li ser erdê pêk nayê”, ev yek jî nêta Enqerayê ya nebidawîkirina hebûna leşkerî li Sûrîyayê destnîşan dike.

 

You might also like