Target Paltform – Grûpa Edîtorîyê
Çend pêkhateyên etnîkî li Sûrîyayê dijîn, ji wan kêmneteweya tirkumen e ku herêmeka wê ya taybet tuneye. Li herêmên ku rêjeyeka wan a baş heye wekî çawa li Cerabilusa bakurrojhilatê Helebê, hevparîyê bi pêkhateyên din re yên wekî ereb û hwd dikin.
Ji destpêka krîza li Sûrîyayê, Tirkîyaya cîran tirkumenên ku girêdaneka etnîkî di navbera wan de heye, bi rêya idîayên bidestxistina mafên wan, bo pêkanîna berjwendîyên xwe bi kar anîn. Lewra, di çend salên şer de behsa mafên tirkmenan kir û bo wê armancê, komikên leşkerî û alîyên sîyasî bo berdevkîya wan ava kirin, tevî ku berî şer tu partîyeka xwedî turkmenî li meydana Sûrîyayê xuya nedikir.
Idîayên Enqerayê yên “bicihkirina mafên tirkmenan di destûrê Sûrîyayê” sînordar nema, lê belê ew wekî amûrên pêkanîna projeyên xwe yên wêranker li Sûrîyayê jî bi kar anîn. Bi vê re, barekî zêdeyî hêza wan li wan bar kir û lîdertîya Opozsyona Sûrîyayî, hikûmeta opozsyonê, lîdertîya mezintirîn milîsên opozsyonê dan destê wan. Her wekî ew ji deverên ku ber lê niştecih bûn kişandin, bi taybet li gundewarên Himsê qene li deverên kurdî û di serî li Efrînê, bi cih bibin.
Ango bibin amûrekî bo guhertina demografîk, karê herî xeter ku tirkmen bi rêya Enqerayê pê radibin. Ev jî tawanek derheqê tevahîya gelên li Sûrîyayê dijîn. Şopîner piştrast dikin ku eger tirkmen hişyar nebin û pişta xwe nedin armancên Tirkîya yên li Sûrîyayê, dê di siberojê de encamên wêranker bi xwe re bîne û li şerê navxweyî de gefeka berdewam be, çimkî di sedsalên borî de ji bilî rijandina xwînê bi xwe neanîye.
Bahçelî û lîderê idîakirî yê tirkmenên Sûrîyayê hev dibînin
Di çarçoveya hewldanên tirkîyayî yên dehfdana tirkmenên li Sûrîyayê ber bi pêkanîna rojevên xwe ve, di 17ê tîrmehê de, Serokê MHPyê yê bi navê Dewlet Bahcelî, pêşwazîya serekê milîsên “Firqet El-Sultan Murad” a li jêr sîwana “Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayî” a opozsyonê “Fehîm Îsa” yê ku bi fermana Tirkîyayê li Lîbya, Azebercan û Efrîna li bakurrojavayê Helebê û xwedî taybetmendîyên kurdî ye şer kiriye, kir.
Malperên Tirkîyayê navê tam ê “Îsa” belav kir ku ew jî Fehîm Artugrul Îsa ye û ew wekî lîderê tirkmenên Sûrîyayê bi nav kir û got ku gotûbêj û şêwirdarîya dozên cihêreng ên girêdayî rewşa Turkmenên Sûrîyayî hatiye kirin. Lê belê Bahcelî got ku ew têkoşîna li Sûrîyayê ji roja yekem de dişopîne û silavên xwe bo hemû civakên birader şandin û bi taybet bo hemû qebîle û qebîleyên Turkmen ên ku li herêmê bo welatê xwe şer dikin, şandin.
Her wekî “Îsa” di naveroka daxuyanîyekê ku îşaretê bi “Mîsaqa Millî” dike ya ku tê de Tirkîya hinek erdên ji Helebê heta Mûsilê bi ser xwe vedike û got ku: “Me hezkirin, rêzdarî û dilsozîya xwe pêşkêşî serokê MHPyê, lîderê aqilmend bo cîhana tirkîyayî, Turkmen Bay kirin. Ji axa ku me bo mirovahî û welêt lê şer kir. Ataturk got ku min Mîsaqa Millî ji vir xêz kir, ew ji bo roja îroj jêdera bawerîya me ne,. Me kopyaya yekem a sirûda “Dewletê” da tirkmen Zîya Gokalp, zanayê mezin ê neteweya tirk”
Her wiha Îsa piştrast kir ew bo projeyeka Turkmenî kar dike û got ku: “Gerek e civaka Tirkîyayî li tevahîya cîhanê rihet be, çimkî ew di Artêşa Niştîmanî de têkoşînekê li gor rihê tirkîyayîyan li Sûrîyayê, li herêmên tirkmen ku bêtir ji hezar salan lê jîyane, dikin.”
Serdana Fehîm Îsa bo Tirkîyayê û hevdîtina wî bi serokê MHPyê re, hevdemî gotegotên ne fermî li bara lidarxistina kongreya tirkmenên Sûrîyayî û Iraqî û nîşandana nexweşeyekê ji herêmên turkmenan ên idîakirî li herdu welatan pêk hatin.
Wê nexweşyê herêmên berfireh ên Sûrîyayê girtin nava xwe, ji gundewarên Hims, Hema, Bakurê Lazqîyê, heta bi behra bi ser parêzgeha Helebê ve û beşên mezin ji parêzgeha Reqa, parêzgeha Mûsila Iraqî, Kerkûk û heta bi Mendelî ya li ser sînorê Îranê, hewandin.
Fehîm Îsa di çirîya pêşîn a 2021ê de, soza tirkkirina Sûrîya û gelê Sûrîyayê dabû û ew tevlî “Encumena Tirkîyayî” kirin. Hingî di twittekê de got ku bo pîrozkirina hevkarîya di navbera dewletên ku bi tirkî diaxivin. “Em hêvî dikin ku piştî Sûrîyayê ji rejîma El-Esed a hişk û rêxistinê terorîst paqij bikin û li Sûrîyaya Azad axaftin bi zimanê Tirkîyayî bê kirin û em jî li Encumena Tirkîyayî bin”, vê yekê hişt ku hêrseka mezin di nava sûrîyayan de rû bide.
Tirkîya û her sê projeyên wê yên li Sûrîyayê
Li bara hewldanên Tirkîyayê ku rojevên ji hêza turkmenan girantir davêje ser wan, Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrî di heveyvîneka taybet li gel “Paltforma Targetê” de got ku “Mesele ne bi serdana Fehîm Îsa bo Tirkîyayê û hevdîtina wî bi faşîst (Dewlet Bahcelî) re dest pê kir, lê belê berî wê jî gelek gavên pirtatîkî yên li ser erdê pêk hatin. Ji islamîkirina şoreşa Sûrîyayê û biçekkirina wê bigire, heta bi têkbirina çi kesekî bi rûmet an sûrîyayekî rasteqîn re derkeve, çimkî pir lîderên rast ên şoreşê rastî reşkujîyê hatin û bi bihaneya ewlehîya wan, azadîya yên din di baregehên leşkerî yên girtî de hat dîlgirtin û yên mayî jî radestî Rejîma Sûrîyayê hatin kirin, her wekî piştgirîya kesên ku dewleta Tirk dît ew bi kêrî wê tên û xizmeta projeya wê ya parçekrinê dike, hat kirin.”
Bi berdewamî got: “Tirkîyayê dest bi wê yekê kir ku bala bide projeya xwe yan jî biçe plana (a). Sê proje bo Sûrîyayê derxistin, ew jî plana (a) û (b) û (c) ye. Destpêkê plana (a) ye, ew jî hilweşandina Sûrîyayê di warê, aborî, leşkerî û sîyasî ye. Xewna Tirkîyayê ew bû ku Helebê heta xeta sînorî ji bakurrojava heta bi bakurrojhilatê Sûrîyayê, heta Mûsil, Kerkûk û tevahîya Başûrê Kurdistanê kontrol bike û Tirkîyayê li ser vê yekê kar kir.”
Her wiha: ”Ev ne şîrove yan jî xwendineka, lê belê lîderên tirkîyayî yên sîyasî û leşkerî yên pilebilind ev tişt gotin. Ji serokê Tirkîyayê heta serokwezîr û berpirsên istixbarta Tirkîyayî, tim di her hevpeyvînekê de nexşe li pişt wan bû ku herêmên me behsa wan kirin dihewandin, ji Helebê, heta xeta sînorî heta bi Mûsil û Kerkûkê, ev jî çavnebarîya wan a di van herêman de piştrast dike.”
Lê projeya duyem a Tirkîyayê yan jî plana (b), li gor Pîrî “dagîrkirina erdên Sûrîyayê û pêkanîna guhertina demografîk e û ev yek niha li ser erdê, li herêmên li jêr dagîrkerîya Tirkîyayê çêdibe. Efrîn nimûneyeka berçav a wê guhertina demografîk e. Piştî ku bi destê YPG, sîyasetmedarên kurd ên di Birêveberîya Xweser de ku bûye a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, plana (1) bi bin ket, bala Tirkîyayê li wê yekê bû ku her tiştî bi destê Turkmenan ve berde.”
Her wiha plana (c) li gor Serokê “Rêxistina Kurdên Sînornenas” ew “plana elternatîv a sêyem e” qene hejmara herî mezin a sûrîyayî û turkmenan bi taybet li Bakurê Kurdistanê û bajarên kurdî yên tim li hemberî Tirkîyaya dagîrker serî hildaye û li seranserî xeta sînorî ya di navbera Tirkîya û Sûrîyayê, ji hêla hindirê Tirkîyayê ve, bi cih bike û guhertina demografîk li Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Qene navbereka demografî û erdnîgarî di navbera Kurdên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de çêbibe û fitineyeka mezin li wan herêman rû bide.”
Fehîm Îsa ji bîr bikin
Her li bara serdana Fehîm Îsa bo Enqerayê û hevdîtina wî bi Dewlet Bahcelî re, Kadar Pîrî got ku: “Em nave vî Fehîmî ji bîr bikin, çimkî ger ne ew be, dê Tirkîya navekî din bibîne, mebest jî ew e ku kesekî bi kar bîne ku nasnameya sûrîyayî pê re hebe, lê dil û mejîyê wê bi Tirkîyayê re be, kesên wiha ne sûrîyayî ne, lê belê supayên di destê dewleta Tirkîyayê de ne.”
Girêdayî heman mijrarê: “Kesên wiha çeteyên bo berjwendîyên Tirkîyayê ne, çi li Sûrîya yan Lîbya yan jî li Nagornî Karabax (Ermenistan) be, ew xizmetê ji armancên faşîst ên Tirkîyayî re dikin, yan jî wekî ku dibêjin vegerandina osmanîya nû ye.”
Ew piştrast dike ku “ew kesên han bi tu rengî niwênertîya sûrîyayan nakin, çimkî eger tu idîa dike k utu sûrîyayî yî, gerek tu bi berjwendîyên tevahîya gelê Sûrîyayê bihizirî, ji bakur heta başûr, ji rojhilat heta rojava, ne ku tu qala berjwendî, çavnebarî, armanc û ewlekarîya neteweyî ya tirkîyayî bikî, lewra tu ne sûrîyayî yî, lê belê beşekî planên dewleta Tirkîyayê û istixbarata wê yî.”
Li bara hevdemîya serdana Fehîm Îsam bo Tirkîyayê û lidarxistina kongreya Turkmenên li Sûrîya û Iraqê jî Kadar Pîrî ji “Target”ê re dîyar kir ku: “Nameya tirkîyayî zelal e, bi taybet piştî kongreyê, ku li wir idîa dikin wan nexşeya Turkmenî ya parçeyên berfireh û mezin ji Sûrîyayê heta bi nêzîkî tevahîya Iraqê ne tenê Başûrê Kurdistanê, dihewîne, hingî ew behsa Dewleta Osmanî dikin û lîderê wan ê tawanker Erdogan jî ev tişt anî ziman, wexta got: (tirkek li ku hebe, ew axa Tirkîyayê ye)”
Bi berdewamî got ku: “Ew vê dixwazin, name pir zelal in. Ew ne tenê bo kurdan e, çimkî kurd bi salan e rasterast zehmetîyên wê dikişînin. Lê belê gerek e name bi rengekî zelal bo tevahîya sûrîyayan be, ev Tirkîyaya ku bang li biratîyê dikir û xêra Sûrîyayê dixwest.”
Daxwaza hişyarîyê ji sûrîyayan dike û dibêje: “Gerek e em fêm bikin ku Tirkîya dewleteka dagîrker e, nameyên wê bo me zelal in ku dixwazin Sûrîya bikin Turkmenî, wekî çawa Îsa jî daxwaza xwe ya bi vî rengî eşkere kir ku xewn, têkoşîn û karê Artêşa bi navê Niştîmanî bo ku tevahîya Sûrîya bi zimanê Tirkîyayî biaxive, ango tirkkirina Sûrîyayê qene xizmeta ajendeyên Tirkîyayê bike.”
Me projeya wan a yekem têk bir
Li bara soza Fehîm a tirkkirina Sûrîya û gelê Sûrîyayê û wan tev li “Encumena Tirkîyayî bike”, Pîrî destnîşan kir ku “Ew kesên ku niwênertîya Turkmenên li Sûrîyayê idîa dikin, ew ne dilsozên Sûrîyayê ne, lê belê dilsozên dewleta Tirkîyayê ne. Wan hewl da û hewl didin ku planên dewleta Tirkîya û istixbarata wê pêk bînin.”
“Lê ji bo ji bîr nekin û tenê kêlîyekê kêf nekin, me projeya wan a yekem têk bir ku ew jî tevahîya bakurrojavayê Sûrîyayê tev li Bakurrojhilatê Sûrîyayê bikin”, Pîrî îşaretê pê dike û berdewam dike: “Her wekî çawa ew projeya wan têk çû, dê projeya wan a niha jî bi saya Hêzên Sûrîyayî yên Demokratîk ku li dora Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kom bûne, têk biçe. Çimkî pirensîb, dilsozî û rastîya wan ku wekî sûrîyayî dixebitin, dê bibin stûnên têkbirina plan û projeya tirkîyayî.”
Her wiha hişyar kir ku “Tişta ku Tirkîyayê dixwaze û peymana bi Hikûmeta Şamê re dike, wekî tiştek di navbera wan de tuneye, li beramberî ku hevkarîya têkbirina Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bikin, ew bi xwe binketina plana (b) a tirkîyayî ye.”
Balê dikişîne ser wê yekê ku “rewşa aborî û sîyasî ya xerab li hundirê Tirkîyayî, tevî serketina Erdogan di hilbijartinên dawîyê de jî, faktorekî sereke bo binketina projeya wan e. Çimkî rewşa xerab a aborîya Tirkîya û daketina nirxê lîreya tirkîyayî, wê roleka bingehîn di binketina projeya tirkîyayî de bigerîne, li tenişta hin sedemên li ser erdê jî û ya herî girîng jî hêza Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û himbêzkirina gel jê re û fêmkirina li derdora wê.”
Dê rewşa tirkmenên Sûrîya û Iraqê xerab be, di wextekê de ku Enqera hewl dide wan bike amûrek kontrolkirinê li herdu welatan, bi taybet li Sûrîyayê. Li vir, tirkmen lîdertîya opozsyona leşkerî, birêveberî û sîyasî dikin, ev yek jî dê bihêle têkevin rûyê tevahîya sûrîyayên ku seba lihevkirinên rûs – tirkîyayî û Îranê de koçber bûne û demografîya Sûrîyayê hat guhertin, qene resenî, kok û herêmên wan bi wan bide jîbîrkirin û bidin kes û herêmên ku tişteî wan bi hev tuneye, ev yek jî bi tu awayî ne pêkan e.