Êvara 18ê tebaxê, droneka Artêşa Tirkîyayê ya dagîrker, li gundê Şemokê yê /45/ kîlometran dûrî sînor, navendeka hînkirinê ya zarokan topbaran kir.
Di encama êrîşê de, /4/ zarokên keç ên bi navên Diyana Elo, Dîlan Izedîn, Zozan Izedîn û Ranya Eta şehîd bûn û /11/ zarokên din birîndar bûn.
Birêveberîya Xweser duh înê bi daxuyanîyekê dîyar kiribû wekî ev dibistan bi hevkarîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Neteweyên Yekbûyî hatibû vekirin
Her gotibû, keçên ku ji ber temenê xwe yên piçûk ji hêzên leşkerî hatibûn dûrxistin, bi serperiştîya Neteweyên Yekbûyî û Desteya Perwerdeyê ya Birêveberîya Xweser li wir dihatin hînkirin û perwerdekirin da ku dîsa tev li civakê bibin.
Birêveberîyê raginadibû ku Artêşa Tirkan ev dibistana taybet kiribû armanc û ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistin û civaka navdewletî daxwaz kir ku rê li pêş tawanên Tirkîyayê bigirin.
Hevpeyama Navdewletî.. tenê şermezarkirin
Li gel ku dibistana ku êrîş li dij wê hatiye kirin /2/ kîlometran dûrî baregeheka Hevpeyaman Navdewletî ye, Hevpeymanê tenê daxuyanîyek li barê êrîşê weşand, tê de sersaxî ji bo malbatên şehîdan xwest.
Bêyî ku tawankaran, an ku Tirkîyayê, bi nav bike, rêberê xebatên hevbeş ên Hevpeymana Navdewletî, John Brennan, daxwaza rawestandina şer û êrîşan kir û got: “Gerek tevgerên ku destkeftîyên mezin ên li dij DAIŞê dixin jêr metirsîyê bên bidawîkirin.”
Hêjayî gotinê ye ku êrîşên Tirkîyayê yên esmanî û bejayî li dij Rojavayê Kurdistanê piştî civîna Tehranê ya sêqolî û hevdîtina Erdogan-Putîn ya Suçîyê pir zêde bûne û di encamê de gelek şervan û sivîl şehîd û birîndar bûne.
Qamişlo – Target
Amadekirin: Evdila Şêxo