Milîsên îranî bi /15/ moşrkan êrîşê dibin ser baregeheka Amerîkayê

Target – Qamişlo

Piştî nîvê şeva duh şemîyê, baregeha “Zevîyê Konîko”yê ya amerîkayî li Dêra Zorê rastî êrîşeka tund hat.

Li gor Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan, baregeh bi /15/ moşekan hatiye bombebarankirin ku jêdera wan deverên milîsên Îranê bû.

Her wiha baregeha “Zevîyê El-Umer”ê ya amerîkayî jî rastî êrîşekê bi dronan hat.

Hêjayî gotinê ye ku ji 19ê cotmeha borî ve baragehên Hevpeymana Navdewletî yên li Sûrîyayê rastî /32/ êrîşan hatine: /6/ li barageha Tenefê, /7/ li Zevîyê El-Umerê yê petrolê, /5/ li Zevîyê Konîkoyê yê gazê, /1/ li baregeha Rûbaryayê li gundewarê Dêrikê, /5/ li baregeha Xerabcîrê li Rimêlanê, /6/ li baregeha Şedadîyê, /1/ li baregeha Tilbêderê û /1/ li baregeha Qesrikê.

You might also like