Birêveberîya Xweser a Kontona Firatê, li bara êrîşên Tirkîyaya dagîrker daxuyanîyekê bo raya giştî dide
Target – Qamişlo
Birêveberîya Xweser a Kantona Firatê îroj sêşemê li bara êrîşên Tirkîyaya dagîrker ên li dij herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê daxuyanîyek bo raya giştî da.
Li gor daxuyanîyê, Tirkîya bo berdewamkirina projeya xwe ya dagîrkirinê û rûxandina projeya neteweya demokratîk, ji duh ve asta êrîşan li dij deverên Birêveberîya Xweser tundtir kiriye û gelek deverên xizmetguzarî û malûmilkên sivêlan bombebaran kir ku di encama wê de hemwelatî şehîd û birîndar bûne. Ji deverên ku hatine armanckirin nexweşxaneya Miştenûrê ye ku bi awayekî bêpere xizmeta welatîyan dikir.
Her wiha birêveberîyê di daxuyanîya xwe de da zanîn ku kiryarên dijminane yên Tirkîyaya dagîrker pemanên navdewletî û qanûna navdewletî ya mirovatî binpê dike û ev kiryar tawanên şer in.
Birêveberîya Xweser a Kantona Firatê di dawîya daxuyanîya xwe de bang li civaka navdewletî û birêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin da ku van êrîşan rawestînin.
Hêjayî gotinê ye ku balafir û dronên Tirkîyaya dagîrker, duh duşemê, êrîşî bi dehan deverên sivîl ên Qamişlo, Amûdê û Kobanîyê kiribû. Di encamê de heta biha /8/ kes şehîd û /11/ jî birîndar bûne.