Target – Qamişlo
Serkerterê Giştî yê komikên Hizbulaha iraqî, Ebû Hisên El-Hemîdawî ragihand ku hevdemî agirbesta di navbera Îsraêl û Hemasê de, ew ê êrîşên xwe yên li dij hêzên Amerîkayê kêm bikin û yên li dij Îsraîlê rawestînin.
El-Hemîdawî di daxuyanîyê de gor: “Em êrîşên xwe yên li dij baregehên Amerîkayê li deverê kêm dikin û yên li dij zayûnîstan radiwestînin heta ku agirbest bi dawê bibe. Em tekez dikin ku êrîşên me li dij dagîrkerên Iraqê dê ranewestin heta ku rizgar bibe, ev biryara me ye û em dê ji ser venegerin.”
Hêjayî gotinê ye ku çarşema borî Îsraîl û Hemasê agirbesteka mirovî ya demkî bo çar rojan ragihand da ku dîlên xwe bi hev biguhêrin.