HSD serekekî DAIŞê desteser dike

Target – Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) rgihand ku Yekîneyên wan yên Antî Terorê (YAT) serekekî xeternak ê DAIŞê desteser kiriye.

Navenda Ragihandinê da zanîn ku kesê bi navê “Mihemed Sexir El-Bekir” ê bi nasnavê “Xalid El-Şamî” li bajarê Reqayê hat desteserkirin.

Li gor HSDyê ev kes berê cîgirê serekê leşker yê “Wîlayeta Şamê” bû û hat tekezkirin ku ev kes di êrîşa Zindana Sînaayê de ya sala 2022yan, wekî fermandar destwerdan tê de kiriye û berî niha /8/ caran birîndar bûye.

You might also like