Balafireka şer a Amerîkayê li Deryaya Spî tê xwarê

Target – Qamişlo

Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku ji ber şaşîyeka teknînkî, balafireka wan a şer li Deryaya Spî hatiye xwarê.

Fermandarîya Navendî ya Artêşa Amerîkayê li Ewropayê (EUCOM), êvara duh şemîyê bi daxuyanîyekê ketina balafireka wan a şer li rojhilatê Deryaya Spî ragihand.

EUCOMê da zanîn ku balafira wan di dema rahênanê de hatiye xwarê. Her wiha wê cureya balafira şer eşkere nekir, lê hefteya borî hejmareka balafirên bipêşketî şandibûn Rojhilata Navîn.

Ew balafir bo parastina hêzên wan ên li navçeyê û rêgirtina berfirehbûna şerê Xezeyê hatine şandin.

You might also like