Birêxistineka navdewletî zîyanên êrîşên Tirkîyaya dagîrker dişopîne

Target – Qamişlo

Gerînendeya Têklîyên Derve ya Birêveberîya Xweser îroj yekşemê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku roja 29ê çirîya pêşîn birêveber û berpirsa pêkanîna projeyan li birêxistina “Volkswagen Helve” a Austriayî Alicia Allguer serdana gerînendeyê kiriye.
Li gor wê, ev serdan bi mebesta şoapandina zîyanên di encama êrîşên Tirkîyayê yên li dij herêmê Birêveberîya Xweser, pêk hatiye.

Ji hêla xwe ve, Alicia Allguer li stasyonên kehrebeyê, gaz û petrolê yên ku rastî êrîşan hatine geriya û radeya zîyanan bi xwe pîvaye.

Hêjayî gotinê ye ku Birêxistina Volkswagen Helve (Alîkarîya Gelêrî) yek ji birêxistinên ku alîkarîyê dide koçberan û herêmên ku zîyanan ji şer dîtine, her wekî pir şaxên wê jî li cîhanê hene.

You might also like