Ozgur Ozel bû serokê giştî yê CHPyê

Target – Qamişlo

Di 38emîn kongreya Partîya Gel a Komarî (CHP) de, Ozgur Ozel ji /1366/ demgan, bi /812/ dengan bi ser ket û bû 8emîn serokê giştî yê Partîya Gel a Komarî.

Serokê Berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu /536/ deng bi dest xist û serokatîya partîyê ji dest da.

Ozgur Ozel ji sala 2015an ve serekê komika parlemantoyê ya CHPyê bû û ji sala 2011an ve parelmanter e.

Hêjayî gotinê ye ku dê di adara 2024an de hilbijartinên xwecihî li Tirkîyayê li dar bikevin û partîyên Tirkîyayê amadekarîyên xwe bo wan hilbijartinan dikin.

You might also like