Birêveberîya Xweser: Zîyanên ku êrîşên Tirkîyayê gihandine aborîyê bi qasî /56/ milyon dolarî ye

Target – Qamişlo

Êrişên asmanî yên Tirkîyaya dagîrker bi dehan milyon dolar zîyan gihandiye jê zemînên aborî û tenduristîyê yên Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nirxandinên Birêveberîya Xweser, ziyanên ku êrîşên Tirkîyaya dagîrker gihandine zemînên aborî û tenduristîyê yên Rojavayê Kurdistanê bi qasî /56/ milyon dolarî ye.

Ji 4ê çirîya pêşîn ve ji aliyê artêşa Tirkîyayê ve li Rojavayê Kurdistanê operasyonên ezmanî yên berfireh hatibûn destpêkirin.

Di wan êrîşên de bi dehan zemîn, stasyonên av û kehrebeyê, sazî, nexweşxane û bîrên pertolê yên Rojavayê Kurdistanê hatin bombebarankirin.

You might also like