Ji destpêka salê ve komikên veşatî yên DAIŞê bêhtir ji /120/ êrîşan li deverên HSDyê pêk anîne

Target – Qamişlo

Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan bi raporekê da zanîn ku ji destpêka sala 2023yan ve komikên veşartî yên DAIŞê /121/ êrîş li deverên di bin kontrola Hêzên Sûrîyaya Demokratîd de pêk anîne.

Li gor bibelgekirinên rawangehê, di encama van êrîşan de /74/ kes bûne qubanî ku /17/ ji wan sivîl in, /56/ leşkerên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk û Hêzên Ewlekarîya Hundirîn in û kesek nenas e.

Hêjayî gotinê ye ku 27ê tebaxa borî de Hêzên Sûrîyaya Demokratîk bi hevkarîya Hevpeymana Navdewletî li gundewarên Dêra Zorê operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” li dij komikên veşartî yên DAIŞê û bazirganên madeyên hişbir, dest pê kir û di encama wê de gelek endam û serekên DAIŞê û bazirganên madeyên hişbir hatin desteserkirin.

You might also like