Target – Qamişlo
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn (Asayîş) hewildaneka revandina malbatên DAIŞê ji Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê têk bir.
Kesên ku hewl dan birevin /12/ jin û /7/ zarok bûn ku hewl dan bi rêya otombîleka birêxistinên mirovahîyê yên ku li kampê kar dikin, birevin.
Hêjayî gotinê ye ku Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên li devera Birêveberîya Xweser e û ya herî xeternak e li cîhanê, ji ber ku bi hezarên daişîyan ji tevaya cîhanê dihewîne.