Target – Qamişlo
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) ragihand ku /11/ şervanên wan di operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” ya li Dêra Zorê de şehîd bûne.
HSDyê got ku hêzên wan di /10/ rojan de destê terorê û çeteyan jê kir û hemû hewldanên wan ên derxistina fitineyê û têkbirina aramîyê pûç kirin.
Her wekî piştrast kir ku ew ê qet ji armanca xwe ya paqijkirina herêmê ji çeteyan neyên xwarê.