Encumena Minbicê ya Leşkerî îroj duşemê ragihand ku vê sibehê peyayên Tirkîyaya dagîrker /3/ êrîşên bejayî pêk anîn.
Li gor encumenê, li gundên El-Xalidîyê, Ereb Hesen û li ser xeta Sacûrê gelek peyayên Tirkîyayê hatine kuştin, /4/ ji wan hatine piştrastkirin.
Her wekî otombîleka leşkerî li gundê Ereb Hesenê jî hatiye teqandin.
Duh 3yê îlonê jî li Til Temir û Eyn Îsayê çend êrîşên Tirkîyaya dagîrker hatin têkbirin û di encamê de /19/ peyayên wê hatin kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku ji çaxa destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” li Dêra Zorê, pêla êrîşên Tirkîyaya dagîrker bilind bûye.