Target – Qamişlo
Encumena Tiltemirê ya Leşkerî îroj yekşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku vê sibehê hêzên wan êrîşeka bejayî ya peyayên Tirkîyaya dagîrker li dij gundên “Tewîla, Tiltewîl û Xemsê” têk biriye.
Li gor encumenê, di encama wê de /10/ peyayên Tirkîyayê hatine kuştin.
Her wekî euncumenê da zanîn ku heman peyayan êrîş bir ser gundê “Bûbê”yê yê girêdayî navçeya Zirganê, li wir jî /2/ peyayên Tirkîyayê hatin kuştin û êrîş hat têkbirin.
Hêjayî gotinê ye ku hevdemî operasyona “Xurtkirina Ewlehîyê” ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li Dêra Zorê, Tirkîyaya dagîrker bi rengekî bejayî êrîşî Minbic, Eyn Îsa û Tiltemirê dike.