Navenda Ragihandinê ya HSDyê îroj sêşemê ragihand ku operasyona “Xurtkirina Ewlekarîyê” ya li dij komikên veşartî yên DAIŞê û bazirganên madeyên hişbir di roja sêyem de dom dike.
HSDyê got ku /3/ endamên komikên veşartî yên DAIŞê û /2/ bazirganên madeyên hişbir hatine desteserkirin.
Her wekî eşkere kir ku wan operasyon li gundewarên rojavayê Dêra Zorê bi dawî kiriye û vê gavê li gundewarên rojhilat û bakur dom dike.
Hêjayî gotinê ye ku roja 27ê tebaxê HSDyê bi hevkarîya Hevpeymana Navdewletî operasyon li Dêra Zorê dabû destpêkirin û di roja yekem û duyem de /13/ terorîstên DAIŞê û bazirganên madeyên hişbir girtibûn.