Îroj duşemê, Hêzên Ewlekarîya Hundirîn (Asayîş) qedexeya çûn û hatinê ya li bajarê Hesekê bi dawî kir.
Duh bi şev û hevdemî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlekarîyê” li Dêra Zorê, li bajarê Hesekê qedexeya çûn û hatinê hatibû ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku duh 27ê tebaxê HSDyê operasyon li dij komikên veşartî yên DAIŞê li Dêra Zorê dabû desetpêkirin û heta vê gavê /13/ terorîst û bazirganên madeyên hibşir hatine girtin.