Birêveberîya Xweser mûçeyên karmendên xwe bi rêjeya 100% bilind dike

Target – Qamişlo

Birêveberîya Xweser îroj yekeşmê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wê mûçeyên karmendên xwe bi rêjeya 100% bilind kir.
Li gor biryara birêveberîyê, dê mûçeyên karker û karmend di serê meha îlonê de, mûçeyên nû werbigirin.

Bi vê gavê re, mûçeyên herî kêm dikin /450/ hezar lîreyên sûrîyayî û herî bilind jî /8/ milyon û /222/ hezar lîreyên sûrîyayî.

Hêjayî gotinê ye ku bêtir ji /120/ hezar karmend û karker di sazî û dezgehên Birêveberîya Xweser de dixebitin.

You might also like