Target – Qamişlo
Duh 23ê tebaxê, droneka Tirkîyaya dagîrker otombîla JIN TVyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir.
Di encamê de endamê wê kenalê Necmedîn Feysel ê bavê /4/ zarokan şehîd bû û nûçegihana JIN TVyê Delîla Egîd birîndar bû.
Li gor agahîyan, vê gavê rojnamevan Delîla bi birîneka giran li nexweşxaneyê ye û li jêr çavdêrîya awarte ye.
Hêjayî gotinê ye ku di çirîya paşîn a sala 2022yan de rojnamevan Îsam Ebdelah bi êrîşeka Tirkîyaya dagîrker li gundewarên Dêrikê şehîd bûbû.