Komeka çekdar li Lîbyayê li dij Tirkîyayê şer radighîne

Îroj çarşemê, komkeka çekdar li Lîbyayê dîmenek li ser medyaya civakî belav kir û tê de ragihand ku ew ê li dij baregeh û kampên leşkerî yên Tirkîyayê şer û serîhildaneka gelerî bidin destpêkirin.

Li gor daxuyanîya wê koma çekdar, “ev serîhldan nameyek e bo Tirkîyayê ku Lîbya tu carî dagîrkerî û dizîya xêrûbêra xwe qebûl nake.”
Lewra “dê hemû bargehên Tirkîyayê bibin armanca lehengên me.”

You might also like