Rûsya êrîşî “Heyet Tehrîr El-Şam” dike

Target – Qamişlo

Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mrovan îroj sêşemê ragihand ku balafirên Rûsyayê herêma di navbera Mieret Misrîn û El-Şêx Behir ên li bakurê Idilbê ya li jêr kontrola “Heyet Tehrîr El-Şam”ê bombebaran kir.

Li gor rawangehê, piştî êrîşê ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Roja 21ê tebaxê jî balafirên Rûsyayê baregeheka “Heyet Tehrîr El-Şam”ê li derdora bajarê Idlibê /6/ caran li dû hev bombebaran kir û di encamê de /13/ çekdarên wê hatin kuştin.

You might also like