Target – Qamişlo
Malpera fermî ya Gerînendeya Têklîyên Derve ya Birêveberîya Xweser îroj yekşemê ragihand ku Wezîrê Berê yê Berevanîya Amerîkayê Christopher Miller roja 16ê tebaxê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kir û bi gerînendeyê re civîya.
Hevserokê Gerînendeya Têklîyên Derve Bedran Çiya Kurd di civînê de behsa rewşa herêmê, dozên giştî û pêdvîya hevkarîya hevbeş bo pêkanîna aramîyê kir.
Dîplomatê amerîkayî Miller bal kişand ser mijarên kamp û girtîgehan (DAIŞ) û got ku “gerek bû piştgirîya van dosyayan hatiba kirin, heta niha jî pêdivî bi xebateka mezintir heye.”
Li gor malpera gerînendeyê, cara yekem e wezîrekî berê yê berevanîya Amerîkayê serdana vê deverê dike.