Target – Qamişlo
Vê sibehê, li tevahîya gund, navçe û navenda parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûrîyayê, gireva giştî hat ragihandin û xwepêşandanan dest pê kirin.
Piştî bilindbûna pêla krîza aborîyê, şênîyên Siweydayê daxwaz dikin ku “Beşar El-Esed” ji ser textê seroktîyê biçe û birîyara 2254yan a navdewletî pêk were.
Xwepêşandan mezin dibin û gelek rêyên çûn û hatinê tev hatine girtin û dirûşemeyên wekî “Em dixwazin bijîn. Sûrîya ya me ye ne ya El-Esed e” tên gotin.