Serekê DAIŞê li Reqayê tê kuştin

Target – Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya HSDyê îroj pêncşemê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) û Hêza Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) bi hevkarîya Hevpeymana Navdewletî operasyoneka taybet li navenda bajarê Reqayê li dar xist.

Li gor HSDyê, di wê operasyonê de serekê DAIŞê yê “herêma rojhilat” “Ibrahîm El-Elî” ku bi nasnavê “Ebî El-Mucahid” tê naskirin, bûye armanc û hatiye kuştin.

HSDyê eşkere kir ku bi piştgirîyeka esmanî, bi ser mala wî de hatiye girtin û di encama şer de hat kuştin.

Her wiha di wê opersyonê de, qaseyeka çek û cebilxaneyê jî hat desteserkirin.

You might also like