Target – Qamişlo
Îroj çarşemê şandeyeka qebîleyên herêmê derbasî çarogşeya ewlekarîyê ya li bajarê Hesekê ya li jêr kontrola Hikûmeta Şamê ye, bû.
Piştî wê, şêwirdarê qebîleya El-Cibûrê Ekrem El-Mehşûş ji dezgehên ragihandinê re eşkere kir ku “danûstandinên li gel parêzgerê Hesekê û efserên Hikûmeta Şamê bi bin ketin.”
Qebîleyê berî niha bi daxuyanîyekê ragihandibû ku merê wan ew e ku “çekdarên Dîfa El-Wetenîyê ji tevahîya bajarê Hesekê werin derxistin.”
Hêjayî gotinê ye ku berî /3/ rojan çekdarekî Dîfa El-Wetenîyê ya girêdayî Hikûmeta Şamê destê xwe dirêjî serokê qebîleya El-Cibûrê kiribû û di encamê krîzê rû dabû.
Duh jî qebîleyê êrîşeka çekdarî bir ser çargoşeya ewlekarîyê û di encamê /5/ kes ji herdu alîyan birîndar bûbûn.