Jineka kurd dibe seroka partîya VVDyê ya desthilatdar li Holandayê

Jina Kurd Dîlan Yaşîlgoz a bi eslê xwe ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, dibe seroka Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê (VVD) a desthildar li Holandayê.

Piştî bidesxistina seroktîya partîyê, eger partîya wê di hilbijarinên meha çirîya paşîn de piranîya kursîyan bi dest bixe, dê bibe serokwezîra Holandayê.

Bi vê re, ew dê bibe kurda yekem ku lîdertîya welatekî Ewropayê bike.

Dîlan Yaşîlgoz li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku “Ji bo min serbilindîyeka mezin e ku bibim seroka partîya VVDyê. Spas bo bawerîyê. Ez ê niha bi enerjîyeka zêdetir bixebitim. Gelek kar hene ku ez bikim.”

You might also like