Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk îroj şemîyê ragihand ku Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û Seroka Desteya Birêveber a MSDyê Ilham Ehmed li gel xwendekarên sala 6an ên beşê bizîşkîyê di Zanîngeha Rojavayê de civîyan.
Mezlûm Ebdî: Tevî hemû zehmetîyan jî Birêveberîya Xweser karîbû zimanê zikmakî yê her pêkhateyekî li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê pê bide xwendin.
Ebdî: Gihaştina xwendekaran ji sala dawîyê re bi xwe serkeftinek e û gerek e Birêveberîya Xweser pêşî derfetên kar bide derçûyên zanîngehên herêmê.
Ebdî: Ji bo danpêdan bi bawernameyên dibistan û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bê kirin, em ê xebata xwe dom bikin.
Ilham Ehmed: Hikûmeta Şamê ji ber hişmendîya xwe ya tunekirinê, branşên perwerdeyê yên Birêveberîya Xweser û bawernameyên wê red dike.