Rêxistineka mirovî: Guhertina demografîk li Efrînê pir xeter bûye

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê encamnameya /7/ mehan a sûc û binpêkirinên Tirkîyaya dagîrker û komikên opozsyona sûrîyayî yên li Efrînê, belav kir.

Rêxistinê eşkere kir ku îroroj guhartina demografîk a li dijî
gelê kurd gihaştiye asta qirkirina çandî û hê jî dom dike.

– Di /7/ mehan de /208/ kes li Efrînê hatine revandin, ji wan /24/ jin in.

– /13/ kes hatine kuştin, /3/ ji wan jin in, her wekî yekê xwe kuştiye.

– Bêtir ji /16/ hezar darên berhemdar hatine birrîn, hezar hatine hilkirin û bêtirî /70/ hektarên zevîyan jî hatine şewtandin.

– /8/ dagîrgeh bi piştgirîya rêxistinên kendavê û yên filestînî hatin avakirin.

– /5/ deverên dîrokî hatin kolandin û wêrankirin.

You might also like