Terorîstên DAIŞê /16/ leşkerên Hikûmeta Şamê dikujin û birîndar dikin.

Rawangeha Sûrîyayî ya Mafên Mirovan ragihand ku terorîstên DAIŞê li bajaroka “Meidan Etîq”ê yê girêdayî Reqayê, avêtin ser çend deverên Hêzên Hikûmeta Şamê.

Li gor wê, terorîstan dest danî ser wan deveran û piştî wê bi çend saetan vekişîyan.

Rawangehê got ku di encama êrişa dijwar de, /10/ leşkerên Hikûmeta Şamê hatin kuştin û /6/ jî birîndar bûne.

Her wekî, Şamê hêz şandîye deverê û tevlihevîyeka mezin rû dide.

You might also like