Target – Qamişlo
Roja 3yê tebaxê, droneka Tirkîyaya dagîrker otombîlek li ser rêya Qamişlo-Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Di encama wê êrîşê de, /4/ fermandarên YPGyê şehîd bûn û /2/ şervan jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya YPGyê îroj şemîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku “heval û fermandarên me yên ku şerê DAIŞê kir, dibin armanca Tirkîyaya dagîrker.”
YPGyê got ku fermandar “Dîyar, Garzan, Hîwa û Orhan” ji sala 2014an heta 2019an, li dij komên terorîst û bi taybet ên DAIŞê, li Rojava û Şingalê şerekî mezin kiriye.
YPG eşkere kir ku Tirkîyaya dagîrker di roja salvegera 9an a fermana Şingalê de êrîş kiriye, lewra ew dixwaze tola DAIŞê hilîne.
You might also like