YAT û CTG operasyoneka bibandor li dij DAIŞê li dar dixin



Target – Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk îroj pêncşemê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên HSDyê û Hêza Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) bi piştgirîya Hevpeymana Navdewletî operasyonek li bajarokê Dişîşayê yê gundewarên Hesekê li dar xist.

Li gor HSDyê, di wê operasyonê de, bi hevbeşî avêtine ser komikeka DAIŞê, di encamê de /2/ terorîst hatine kuştin, yek hatiye girtin û qaseyeka çek û cebilxane jî hatiye desteserkirin.

HSDyê eşkere kir ku ev komika han pir karên xerab li dij aramîya herêma Dêra Zorê kirine û êrîş dibir ser sivîlan.

You might also like