Li Amûdê bûyereka trajedîk.. /4/ kes ji malbatekê jîyana xwe ji dest didin



Target – Qamişlo

Duh çarşemê saet 9ê bi şev, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, bermîleka mazotê bi malekê de diteqe û /4/ kes ji wê malbatê jîyana xwe ji dest didin.

Li gor agahîyan, wexta xwediyê malê (Hisên Osman) otombîla xwe bi mazotê dadigire, ev bûyer rû dide.

Di cihê cih de, herdu zarok Mihemedê 3 salî û Fehîmê 12 salî jîyana xwe ji dest didin.

Her wekî xwedîyê malê Hisên Osman û bapîrê zarokan “Ebilrezaq” li ser rêya Başûrê Kurdistanê jîyana xwe ji dest didin.

You might also like