Mezlûm Ebdî: Gerek e hêzên leşkerî û siyasî yên kurdî bê merc li hev bikin



Target – Qamişlo

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di Komxebata Navneteweyî ya li bara Peymana Lozanê de got ku gerek e destkeftîyên gelê kurd nexasim li Rojava û Başûr werin parastin.

Ebdî dîyar kir ku ji hêzên siyasî û leşkerî yên kurd daxwaz kir ku bi rengekî bê merc hêza xwe bikin yek û van derfetan ji dest nedin.

Her wiha Mezlûm Ebdî piştrast kir ku qonaxa danûstandinê ya di navbera partîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê rawestîya, lewra niha HSD amade ye careka din wê qonaxê bidomîne û bi hemû partîyên kurdî re rûnê.

Hêjayî gotinê ye ku îroj pêncşemê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li bara sedsalîya Peymana Lozanê, komxebateka navneteweyî li bajarê Hesekê li dar dixe û bêtir ji /150/ kesî beşdar bûne.

You might also like