Target – Qamişlo
Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê îroj duşemê bi daxuyanîyeka çapemenîyê eşkere kir ku bajarê Hesekê, gundên wê û kampên koçberan, deverên wêranbûyî ye, çimkî Tirkîyaya dagîrker bi hevkarîya Rûsya û Hikûmeta Şamê av ji ser wan qut kiriye.
Îroroj, li ven deverên navborî, bêtirî milyonek şênî û koçber dijîn û di havîneka gerim de, nikarin avê peyda bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2019an ve, wexta Tirkîya û komikên xwe Serê Kanîyê dagîr kir, dest danîye ser stasyona Elokê û ji hingî ve /40/ caran ew stasyon rawestandiye.
You might also like