“Di çend rojên pêş de darizandina girtîyên DAIŞê dest pê dike”


Target – Qamişlo

Hevserokê Gernîndeya Ragihandinê ya Birêveberîya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm ragihand ku di çend rojên pêş de, dê darizandina girtîyên DAIŞê dest pê bike.

Mele Ibrahîm ji malpera Birêveberîya Xweser re eşkere kir ku bo proseya darizandinê, wê vexwendname bo Hevpeyema Navdewletî werin birêkirin qene beşdarî darizandinê bibe.

Her wiha da zanîn ku Birêveberîya Xweser xwedî planekê ye ku di paşerojê de çareserîyê ji doza pêmayên DAIŞê yên navdewetî re bibîne.

Hêjayî gotinê ye ku duh şemîyê Birêveberîya Xweser ragihand ku ji ber paşguhkirina civaka navdewletî ji bangên wê re, ew dest bi darizandina girtîyên DAIŞê yên ji /60/ nasnameyên cîhanî dike.

You might also like