Birêveberîya Xweser dest bi darizandina girtîyên DAIŞê dike



Target – Qamişlo

Birêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê îroj şemîyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku êdî dadgehên Birêveberîya Xweser dê dest bi darizandina girtîyên DAIŞê yên di zindanên HSDyê de bike.

Birêveberîyê da zanîn ku bi seba paşguhkirina welatên cîhanê ji bangên wê yên ji bo vegerandina welatîyên xwe, ew bi vê gavê rabûye.

Hêjayî gotinê ye ku piştî têkbirina DAIŞê li Baxozê, nêzî /12/ hezar girtîyên daişî di zindanên HSDyê de ne û bi dehên hezaran malbatên wan jî di kampan de ne.

You might also like