Birêveberîya Xweser /108/ pêmayên DAIŞê radestî Komara Tacikîstanê dike



Target – Qamişlo

Malpera fermî ya Gerînendetîya Têklîyên Derve ya Birêveberîya Xwser îroj ragihand ku roja çarşema borî, şandeyeka Komara Tacikstanê bi seroktîya balyozê wî welatî li Kiwêtê, Zubeyellah Zibêdov û şandeya pê re, serdana geînendetîyê ya li bajarê Qamişloyê kir.

Li gor malperê ev şande ji hêla Hevserokê Gerînendetîya Têkllîyên Derve Bedran Çîya Kurd û endamên wê hat pêşwazîkirin.

Çîya Kurd got ku gerek e terorîstên DAIŞê yên di zindanan de bi rêya dadgeheka navdewletî werin darizandin û piştgirîya navendên perwerdekirina zarokên DAIŞê bê kirin.

Her wiha malperê eşkere kir ku Birêveberîya Xwser 28 jin û 80 zarok ji pêmayên DAIŞê radestî şandeya Komara Tacikstanê kirin.

You might also like