/150/ kesên ku li Sûdanê asê bûbûn bi rêya Birêveberîya Xweser digihêjin Qamişloyê

Taeget – Qamişlo

Gerînendeya Têkilîyên Derve ya Birêveberîya Xweser sibeha îroj duşemê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku bi serperiştî û şopandina Gerînendeya Têkilîyên Derve, bêhtirî /150/ kesên ku li Sûdanê asê bûbûn, gihan bajarê Qamişloyê.

Her wiha gerînendeyê da zanîn ku ew li bara vê mijarê hê jî dixebitin û kara xwe dikin ku di demeka nêz da kesên asê yên mayî jî vegerînin.

You might also like