HSD bi rengekî esmanî û bejayî li DAIŞê dixe

Target – Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk îroj sêşemê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkarîya Dijterora Başûrê Kurdistanê û Hevpeymana Navdewletî, di 13 û 14ê gulanê de, li Reqa û gundê Keramêyê /2/ operasyon li dij komikên veşartî yên DAIŞê li dar xistine.

Li gor HSDyê, operasyonek li hundirê bajarê Reqayê bi rengekî esmanî pêk hatiye û di encamê de, /3/ terorîstên DAIŞê ku destê wan di êrîşa li dij navenda Hêzên Asayîşê ya Hesekê de heye, hatine desterserkirin.

Her wekî HSDyê eşkere kir ku di operasyona gundê Keramê yê Rojhilatê Reqayê de, terorîstekî DAIŞê hat kuştin û yek jî bi birîndarî hat desteserkirin.

HSDyê got ku vê komikê malbatên DAIŞê ji Kampa Holê direvandin bajarê Serê Kanîyê û Girê Spî yên li jêr dagîrkerîya Tirkîyayê.

You might also like