
Target – Qamişlo
Vê sibehê, Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyayê encamên dengdanê eşkere kirin û li gor wê, bijartina Serokkmoarê Tirkîyayê çû 28ê gulanê, çimkî hersê berbijêran rêjeya 51% bi dest nexist.
Li tenişta wê jî, di hilbijartinên parlamentyê de her hevpyemanekê hejmarên cuda yên parlamenteran bi dest xistin.
AKP: % 35 – 266 parlamenter
CHP: % 25 – : 168 parlamenter
MHP: % 10 – 51 parlamenter
ÎYÎ: % 9 – 44 parlamenter
Hevpeymana Ked û Azadîyê: Partîya Çep a Kesek: % 9 – 62 parlamenter û Partîya Karkeran a Tirkîyayê: 4 parlamenter
Li gor van encaman, AKP di dîroka xwe de yekem car rêjeyeka kêm bi vî rengî bi dest dixe, lê hejmara parlamenteran di çarçoveya Hevpeymana Gel de, zêde kiriye.