Target – Qamişlo
Wezîrê Karê Derve yê Urdinê, Eymen El-Sefedî ji bo rê li ber madeyên hişbir bigire, duh înîyê gefa operasyoneka leşkerî ku dê artêşa Urdinê li li hundirê Sûrîyayê pêk bîne, xwar.
El-Sefedî ji kanala “CNN”a amerîkayî re da zanîn ku Urdin ji bo ewleîya xwe biparêze amade ye her tiştê pêwîst bike û yek ji wan operasyoneka leşkerî ye.
Hêjayî gotinê ye ku di çend salên borî da gelek welatên cîhanê bi sedan barê madeyên hişbir girtine ku jêdera wan Sûrîya bû.
