Target – Qamişlo
Neteweyên Yekbûyî li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku /3/ rojnamevanên îranî yên jin xelata UNESCOyê (Guillermo Cano) ya Azadîya Çapemenîyê bo sala 2023yan wergirt.
Hersê rojnamevên girtî, Nîlofer Himêdî, Îlah Mihemedî ku ji îlona 2022yan girtî ne û Nêrgiz Mihemed ku cezayê /16/ salan lê hatiye birrîn, hêjayî vê xelatê hatine dîtin.
Her wiha Nîlofer Himêdî û Îlah Mihemedî îsal xelatên “Rojnamevanên Kenedayî bo Azdîya Derbirînê” û “Louis M. Lyons ji bo wijdan û yekitiyê di rojnamevaniyê de” bi dest xistine.
Sala 2022yan jî Nêrgiz Mihemedî Xelata Wêrekîyê ya Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bi dest xistiye.
